Rayedarek DYE’yê yê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reutersê re axivî û diyar kir ku hêzên DYE’yê roja Sêşemê serê sibê li dijî hedefên leşkerî yên Îranê êrîşên hewayî yên nû pêk anîne. Rayedar anî ziman ku armanca êrîşan "gefên derketine holê “ ji holê rakin, lê hûrguliyên êrîşan parve nekir.
Artêşa DYE’yê roja Duşemê, Buşehr, Çabahar, Jask, Konarak, Ebû Mûsa û Bender Ebas jî di nav de li dijî pergalên parastina peravê yên Îranê, baregehên mûşekan û balafirên bêmirov û hêmanên deryayî pêlek berfireh a êrîşan pêk anî.
Her wiha li paytexta Kuweytê dengê teqînan hatin bihîstin. Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Kuweytê ragihand ku teqîn dema ku pergalên parastina hewayî hedefên hewayî yên "dijmin" bêbandor kirin çêbûn.
Hat ragihandin ku li Girava Qeşm a nêzîkî Tengava Hurmuzê ya Îranê dengê teqînan hatin bihîstin. Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku derdora saet di 18:45’an êvarêli ser hev hin teqîn çêbûn.